Balafirên Rûsyayê û hêzên hikumetê çeteyên Tirkiyê kirin hedef

Balafirên şer ên Rûsyayê êrişên nû li ser Cebel El-Zawiyê pêk anîn. He wiha hêzên hikumeta Sûriyê jî  baregehên çeteyên dewleta Tirk topbaran kirin.

Balafirên Rûsyayê û hêzên hikumetê çeteyên Tirkiyê kirin hedef
16 hezîran, 2020   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê şevê din êrişî gundê El-Mozra yê başûrê Idlibê kir, bêyî ku tu ziyanên mirovî çêbin.

Girêdayî mijarê Navenda Çavdêriya  Mafên Mirovan a Sûriyê da zanîn ku hêzên hikûmetê careke din herêmên Kefer Eweyid, El-Riwîha, Bînîn, Sihûhin, El-Fitîra, derdora Kensefra ya gundewarên başûrê Idlibê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, topbaran kirin.

Navendê destnîşan kir ku şevê din balafirên şer ên Rûsyayê derdora gundê Sircîla yê Cebel El-Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê bombebaran kir. Tu ziyanên mirovî ji ber bombebaranê çênebûn.

bx