Koordînasyona Kongreya Star bang li serhildana li dijî sûcên dewleta Tirk kir

Endama Kongereya Star Remziya Mihemed diyar kir ku armanca sereke ji êrişên dewleta Tirk re ew e ku Kurdan qir bike, her wiha bang li gelê Kurd kir ku li hember êrişên dewleta Tirk serî hildin.

Koordînasyona Kongreya Star bang li serhildana li dijî sûcên dewleta Tirk kir
16 hezîran, 2020   06:21
QAMIŞLO

Remziya Mihemed êrişên li ser Herêmên Parastinê yê Medya, kampa Mexmûr û parêzgeha Şengalê şermezar kirin û wiha got: "Êrişên dawî barbarî û hoavne ne, ji ber  nexwaşxane û erebeyên ambulansê hatin hedefgirtin ku gelê Kurd qir bike. "

Remziya Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe îradeya gel hedef digire û wiha got:" Dewleta Tirk bi êrişên xwe li ser Mexmûrê dixweze îradeya gelê ji 24 salan ve xwe bi rê ve dibe û bi derfetên biçûk jiyaneke birûmet ava kir hedef bigire, her wiha bi wan êrişan gelê ku serî li ber zulm û zordariyê netewandiye dike armanc."

Remziya Mihemed wiha berdewam kir : "Dewleta Tirk herêma Şengalê ya ku di demeke nêz de ji bi bin bandorên êrişên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûbû û şêniyan dest bi vegerê û avakirina rêxistina xwe kiribû, hedef digire, her wiha Herêmên Parastinê yên Medyayê ku HPG’ê parastina wê dike li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Şengal û Başûrê Kurdistanê sekinî."

Remziya Mihemed bang li gelê kurd kir ku li hember van êrişan serî hidin, her wiha bang li hikumeta Başurê Kurdistanê kir ku bê deng nemîne û wiha axivî: "Heya ku hikumeta Başurê Kurdistanê jî bêdeng bimîne û tu helwest li hember van êrişan nede,  gelê kurd wê bersîvdarê van êrişan be".

Remziya Mihemed li dawiyê bang bang li hemû hêzên Kurd kir ku bibin yek û bersivê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Herêmên Parastinê yên Medya, herêma Şengal û Mexmûrê bidin û wiha bi dawî kir : "Dewletên ku Kurdistan dagir kirine tu helwestê li hember êrişên li ser herêmên Kurdistanê  nade û ji ber vê yekê divê  em bi awayekî lezgîn yekitiyê ava bikin".

ANHA