Tedbîrên Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê

Şaneya Krîzê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gelek tedbîr girtin, ji bo ku barên jiyanî yên şêniyan sivik bike. Bi taybet li gel bihabûna kel û pelên bingehîn ji ber daketina nirxê lîreyê Sûriyê beramberî dolar.

Tedbîrên Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê
16 hezîran, 2020   06:38
HELEB-MIHEMED EBDO-ARIF SILÊMAN

Di 17’ê Hezîranê (sibê) de Qanûna Qeyser dikeve meriyetê, her ku diçe nirxê lîreyê Sûriyê beramberî dolar dikeve. Bazirgan aloziya rewşê bi kar tînin, bi hinceta hinek madeyên ji derve tên, buhayê kel û pelan bilind dikin.

Şaneya Krîzê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo ku rê li pêşiya vê yekê bigire, Meclisa Aborî erkdar kir ku bergiriyan bigire.

Ji bo naskirina detayên dîtir ji wan bergirî yan jî biryaran hevseroka Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Şerîvan Mihemed ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî. Şerîvan destnîşan ku Meclisa Aborî hejmarek navendên firotina kel û pelên bingehîn mîna şekir, zêt û birinc bi buhayên guncaw vekirin.

Meclisê hinek made depo kirin da ku rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigire. Ev made yan jî kel û pel bi rêya kertên girêdayî meclisê li ser şêniyan li gorî pêwîstiya her malbatekê dê werin belavkirin da ku rêgeza edaletê pêk were.

JI BO AMADEKARIYÊN ZIVISTANÊ DÊ SOTEMENIYÊ BELAV BIKIN

Di nava amadekariyên zivistanê de Meclisa Aborî di demeke nêz de dê mazotê li şêniyan bi 190 lîreyên Sûriyê ji her lîtreyekê re li şêniyan belav bike. Buhayê lîtreya mazotê di sûka reş de digihêje 450 lîreyên Sûriyê. Her malbatek li gorî lênûska xwe wek destpêkê dê 100 lître mazot bi dest bixe.

Heger meclis miqdarek din ji mazotê peyda kir, dê bi heman bihayê li şêniyan belav bike. Meclis bi vê yekê dixwaze bihayên sûkan ên ku digihêjin du qatan, bişikîne.

Şerîvan destnîşan kir ku di aloziyên aborî de hinek made kêm dibin û bihayên wê digihêjin astên xeyalî jê ya herî girîng lûleya gazê û got: "Ji bo derbaskirina vê yekê, meclisê hewl da bedîlek ew jî kaz e li şûna lûleya gazê peyda bike. Tevî wê me miqdarek gaz depo kiriye."

Şerîvan bal kişand  ku heger gaz peyda bû meclis dê hewl bide bi bihaya lêçûnê belav bike. Li gorî Şerîvan kîloya gazê li navendên girêdayî meclisê bi 600 lîreyan tê belavkirin. Bihayê gazê di nav sûkan de digihêje hezar û 200 lîreyan.

Di dawiyê e Şerîvan Mihemed destnîşan kir ku Meclisa Aborî amadekariyên xwe temam kirine, da ku li gorî defetên heyî xizmeta şêniyan bike. Li rex wê jî desteka projeyên komînan dike ji bo ku ev pêvajoya dijwar derbas bibe.

Meclisa Aborî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ji çend rojan ve hewl dide navendên belavkirina sebzeyan bi buhayên guncaw veke.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Df54M9F9Rmc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>