Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hazirtiyên sala xwendinê tên kirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û  Rojhilatê Sûriyê dest bi amedekirina sala xwendinê ya 2020/2021`an dike. Hevserokatiya desteyê got: “Wê perwerde û peymangehên tabeyt yên girêdayî wezareta fêrkirinê ya Hikumeta Sûriyê li herêmên Rêveberiya Xweser, ji 15`ê Hezîranê ve qedexe bikin.”

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hazirtiyên sala xwendinê tên kirin
16 hezîran, 2020   05:38
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÎ- HÊLÎN HESEN

Ji ber rewşa pandemiya Koronayê, di vê sala xwendinê de şagirtên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werza duyemîn bi rêya sîstema Online temam kirin. Ruxmî ku ev cara yekemîne ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev sîstem bi rengeke awarte hat amedekirin jî, lê bi serketî derbasbû.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo got: “Bi biryara Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14`ê Adarê de sîstema Online bi kar anîn. Piştî ku dibistan ji ber pandemiya Koronayê sekinin, ji bo şagirt ji waneyên xwe qut nebin biryara sîstema Online hate dayîn.”

Sîstema Online ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê di Rêverberiya Xweser  a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dihat hazirkirin. Paşê li ser kenala Rojava TV di demên ku hatibûn dabeşkirin de dihatin weşandin û herwiha li ser toreyên civakî jî dihatin weşandin.

Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku mamosteyan kedeke mezin dan da ku ev sîstem bi rengeke serketî derbas bibe û got: "Ruxmî kêmaniyên ku derketin jî, lê dîsa jî sîstema Online serkeftî bû".

PROJEYÊN DESTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ YÊN JI BO SALA NÛ

Ebdo wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di salên borî de werza yekemîn ji dibistanê di 15`ê Îlonê de destpê dikir. Di vê salê de me di 25`ê Tebaxê de destnîşan kiriye. Me 20 roj li werza yekemîn zêdekirine. Ew 20 roj jî ji bo vegerandina waneyên  ku li ser şagirtan re derbasbûn da ku ew beşên ku li ser şagirtan re çûn werin qerebokirin".

Ebdo ji bo derbaskirina metiryalên refa dazdeyan (Bekelorya) li dibistanan wiha got: "Ji bo sala 2020/2021, em ê refa dazdeyan  (zanistî-wêjeyî) derbasî dibistanan bikin."

Ebdo wiha pêde çû: "Perwerde û peymangehên taybet yên ku biranşên Bekeloriya yê Hikumeta Sûriyê tê de tên dayîn, me di herêmên xwe de dan seknandin. Em ji 15`ê Hezîranê ve dest bi qedexekirina wan dikin".

Derbarê hazirtiyên desteyê ji bona derbaskirina meteryalên refa dazdeyan Ebdo got:"Em mamosteyan perwerde dikin. Refan amadedikin û biranş li cihên biranşan tên amadekirin û di demek nêzîk de wê pirtûk werin çapkirin".

Li ser bikaranîna sîstema Online Ebdo got: "Sîstema Online bi temamî serketî derbas bû û anha careke dî kar dewam dike. Em hazirtiya sala bê dikin. Ji bo refa dazdeyan jî wê wane tên qeyd kirin. Ji bo  sala bê da ku em rêya sîstema Online  bikar bînin, wê wane di dibistana de jî werin dayîn û di rêya Online de jî wê bê dayîn."

Ebdo wiha domand: "Me tedbîr giritn da ku eger careke din ti astengî û zehmetî derkevin metiryalên me amedebin".

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku ger rewşek derket û hişt ku dibistan werin rawestandin, wê sîstema Online dîsa bi kar bînin.