Têkildarî qirkirina "Sêfo" semînerek hate dayîn

Suryaniyê navçeya Tirbespiyê qurbaniyên qirkirina "Sêfo" bi bîr anîn ku Osmaniyan sala 1915‘an li dijî gelê Suryan, Asur û Kildan pêk anîbû.

Têkildarî qirkirina "Sêfo" semînerek hate dayîn
Têkildarî qirkirina "Sêfo" semînerek hate dayîn
Têkildarî qirkirina "Sêfo" semînerek hate dayîn
Têkildarî qirkirina "Sêfo" semînerek hate dayîn
15 hezîran, 2020   18:45
QAMIŞLO

Komeleya Çanda Suryan a navçeya Tirbespiyê bi diruşmeya "Înakirina qirkirina Sêfoyê beşdarbûna vî sûcê ye" semînerke li avaiya komeleyê organîze kir. Li kolan û komeleyê mûmên bîranîna qurbaniyên komkujiyê hatin pêxistin.

Malik Mûsa Esmer û mamoste Senherîb Hino semîner dan.

Semînervanan diyar kirin ku dagirkeriya Osmanî li dijî gelên herêmên Kurd, Ereb, Suryan û Asur û pêkhateyên din ên herêmê ên resen gelek komkujî pêk anîn û hîna jî di van siyasetên xwe yên dijberî gelên herêmê de berdewam e.

Her wiha hate gotin ku bêdengiya cîhanî ya li hemberî qirkirina "Sêfo" û komkujiyên din ên ku dewleta Osmanî û neviya wê Tirkiyê li dijî gelan pêk anîne êdî nayê qebûlkirin û hate diyarkirin : "Ev qirkirin hatiye belgekirin û encamên xwe yên çandî, madî û erdîngarî li ser gelê Surya, Asur û Kildan hişt. Bêdengiya dewletan a li hemberî vê qirkirinê ji ber berjewendiyên wan ên bi dewleta Tirk re hene."

Semîner bi nîqaş û bersiva pirsan bi dawî bû.

ANHA