Êrişên dewleta Tirk bi meşekê li Hesekê hatin şeremzarkirin

Li bajarê Hesekê jî bi hezaran kes li qadan bûn û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin.

Êrişên dewleta Tirk bi meşekê li Hesekê hatin şeremzarkirin
Êrişên dewleta Tirk bi meşekê li Hesekê hatin şeremzarkirin
Êrişên dewleta Tirk bi meşekê li Hesekê hatin şeremzarkirin
Êrişên dewleta Tirk bi meşekê li Hesekê hatin şeremzarkirin
15 hezîran, 2020   18:27
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê bi meşeke girêdayî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengal, Wargeha Mexmûrê û herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Meş ji pêşiya Dibistana Fewaz Çolî ya li taxa Nasrayê dest pê kir. Meşvanan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PYD, Kongreya Star, HPC û pankartên "Em êrişên faşîmza tirkiyê ya li ser gelê Kurd ê Şengal, Mexmûr û çiyayê Kurdistanê şeremzar dikin." Hildan.

Meş bi diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengal û Mexmûrê li çarxerêya Cûdî ya taxa Kelasê rawestiya.

Piştî deqeya rêzgirtin endama Rêveber a Kongreya Star a bajarê Hesekê Miyeser Hemo û hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Abdulxenî Oso axivîn.

Kesên axivîn êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengal, Wargeha Mexmûrê û herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin dewleta Tirk hewl dide hegemoniya Osmanî vegerîne.

Di axaftiana de hate gotin: "Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re dijîn em ê li hemberî êrişên derve yên li ser herêmên me bisekinin. Em ê li qdana bin da ku bersiva êrişên Tirkiyê bidin. Bi yekitî û hevgirtinê me astengiyên derbas bikin."

Çalî bi diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA