​​​​​​​Xelkê Mexmûr û Şengalê li dijî êrişên Tirkiyê meşiyan

Xelkên Mexmûr û Şengalê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser êrîşên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastina Medyayê şermezar kir.

​​​​​​​Xelkê Mexmûr û Şengalê li dijî êrişên Tirkiyê meşiyan
15 hezîran, 2020   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Welatiyên Mexmûrê ku li pêşiya şaredariyê kom bûn bi tevlîbûna sedan kesî heta pêşiya avaniya Neteweyên Yekbûyî ya li Mexmûrê meşek girseyî lidar xistin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,  alên PKK, PAJK û KCK’ê hilgirtin. Her wiha pankarta bi nivîsa ‘Bê Serok jiyan nabe’ û dovîzên ‘Bimire îxanet’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘PKK gel e, Gel li vire’û ‘Tolhildan’ hatin rakirin û dirûşmên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘PKK gele, gel li vire’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘Bimire îxanet’ hatin berzkirin.

Li ber derê avahiya NY’yê gel kom bûn û daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûr Çîçek Cengîz ve hate xwendin.

Cengîz bal kişand li ser êrîşên dewleta dagirker a Tirk û got: “Ev êrîşên dewleta faşîst ên bi armanca tinekirin û ji holê rakirina îradeya azad ya gelê Kurd, ne cara despêkêye ne ji ya dawiye. Tekoşîna gelê me çiqas mezin dibe, çiqas pêşde diçe û çiqas ber bi jiyanekî birûmet ve rê distîne, dewleta faşîst a Tirk bi çavsorî û bi şêweyekî devlixwîn êrîşên xwe zêdetir û berfirehtir dike. Ev êrîşên dawî yên bi teknîka herî pêşketî li qadên sivîl dijîn, hatîn kirin qelsî, tirsonekî û lewaziya dewleta faşîst a Tirk eşkere raxistiye berçavan.”

Her wiha Cengîz bibîr xist ku dijminên gelê Kurd li beramberî têkoşîna azadiyê û dostên Kurdan ketiye tengasiyekî mezin û xetimiye û wiha pêde çû: “Hikûmeta AKP û serkêşê çeteyan Erdogan ji bo bala gelên li Tirkiye dijîn bikêşe ser aliyên din û temenê xwe dirêj bike, serî li rêbaz û leystokên qirêj û dijmirovî dide. Êrîşa şeva din li ser gelê Mexmûrê, Şengalê û herêmên parastina Medyayê pêkhatîn nîşaneya vê yekê ye. Pêwîste tevahî gelê Kurd yên li welat û derveyî welat dijîn baş bizane, armanca van êrîşane ji holê rakirina tevayî destkeftên gelê Kurd û ne pejirandina îradeya azad ya gelê Kurd e.”

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Çîçek Cengîz a êrîşên hovane û dijminane yên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Biryardariya xwe ya domandina berxwedana rûmetê diyar dikin, wê êrîş me lewaz nekin, berovajî vê yekê me bi hêz û me xurtir bikin. Em ê dest ji doza xwe ya bi maf, dest ji sîstema xwe ya alternetîf û dest ji têkoşîna xwe gihandina jiyana birûmet bernedîn. Em ê çok nedaynîn, em ê serî ne tewênîn û teslîmkariyê qebûl nekin.

Herî dawî Cengîz ev bang kir: “Bang me li Hikumeta Navendî ya Iraqê, Hikumeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekbûyî ewe ku li erk û berpirsyariyên xwe yên li beramberê gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi cih bînin û rê li pêşiya êrişên dewleta nîjadperest ya Tirk bigrin.”

Çalakî bi dirûşmên ‘ Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Mexmûrê û gelên azadîxwaz’ û ‘Bimre Îxanet’ bi dawî bû.

Li Şengalê jî bi sedan kes  li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker meşiyan. Şengaliyan bang li hikûmeta Iraqê kirin ku helwesta xwe li ser van êrîşan zelal bike.

Li ser navê girseya destpêkê li ber avahiya bajarokê Sinûnê kom bû daxuyanî hat dayîn û axaftin hatin kirin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo di axaftina xwe de diyar kir ku dewleta Tirk û hevalbendên wê bi êrîşan negihiştine armanca xwe û got: “Çiqasî bi awayekî hovana duh êrîşî ser Şengalê kirin û nirxên civaka Êzidî kirin hedef jî, teviya hevalên me yên YBŞ’ê zarokên Êzidxanê bi silametin. 4 Hevalên me yên YBŞ’ê bi sivikî birîndar bûne û rewşa wan baş e.”

Her wiha Rêvebera Nehiyeya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir ku dewleta Tirk cihên niştecihbûnê û nêzî kampa koçberan a li çiyayê Şengalê kirine hedef.

Xwedêda Çûkê wiha domand: “Gelê Êzidî ji bo xwe ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê biparêze xwe spartiye çiyayê Şengalê. Lê ev bû caran duyem rastî êrîşên dewleta Tirk tên. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku welatiyên xwe ji van êrîşan biparêze.”

Piştî axaftinan girseya gel bi alên YBŞ û YJŞ’ê ber bi avahiya Hêzên Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê ve bi dirûşmên, “Bimire xiyanet”, “Bijî berxwedana Şengalê” meşiyan.

Welatiyan nerazîbûna xwe gihandin rayedarên hêzên Iraqê. Berpirsên li wir jî weke her car gotin: “Em ê xwestekên we bigihînin jorê ti tişt ji destê me nayê.”

Çalakiya gel bi qasî 2 saetan dewam kir.