Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd banga yekitî û serhildanê li gelê Kurd kir

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd bang li gelê Kurd kir ku li dijî sûc û êrişên Tirkiyê yên domdar rabin û got: "Domandina diyaloga Kurdî-Kurdî dê encamên erênî bi xwe re bîne ku gelê Kurd li hêviya wê ye."

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd banga yekitî û serhildanê li gelê Kurd kir
15 hezîran, 2020   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên şeva duh ên dewleta Tirk a dagirekr ên li ser Şengal, Wargeha Penberan a Mexmûrê û herêmên Parastinê yên Medayayê, Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên şevê din ên li ser Mexmûr, Şengal û herêmên Parastinê yên Medyayê ne ya yekemîn e, dîroka Tirkiyê bi êriş, komkujî û zêdegaviyên li dijî gelên herêmên din dagirtî ye.

Her wiha bal hate kişandin ku ev êrişî di salvegera qirkirina "Sêfo" de pêk hat ku Osmaniyan sala 1915‘an de li ser gelên Asur, Suryan û Kildan pêk anîbû, hate gotin ku êriş ne tişek tesaduf e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin: "Êriş, kiryar, sûc û zêdegaviyên Tirkiyê bûye tiştekî rojane ku li pêşberî çavê cîhanê têne kirin û ji her kesî re eşkere ne. Efrîna dagirkerî, Serêkaniyê û Girê Spî, her wiha Kurdistana Iraqê û Lîbyayê şahidên van sûcan e."

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kir ku êrişên dawî yên Tirkiyê di demekê de ku diyalogên Kurdî-Kurdî têne kirin, pêk hat û ev tişt hatin diyarkirin: "Tirkiyê dixwaze bi vê yekê nameyekê bide ku ew amade ye her tiştî bike da ku her nêzîbûneke Kurdî têk bibe û nehêle ku Kurd bighêjin lihevkirinekê. Di heman demê de dixwaze tevlihevî, fitine û tewanan biafirîne. Ji ber vê tê xwest ku em ji her nêzîkatiyeke dijber ji aliyê Tirkiyê bi taybet di vê demê de hişyar bin."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser bêdengiya li hemberî êrişên Tirkiyê û wiha hate gotin: "Ev êriş û êrişên beriya wê heke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê be an jî li ser Kurdistana Iraqê be heger bêdengiyeke navdewletî hebe wê dewam bikin. Ev bêdengî hêzê dide dagirkeriya Tirkiyê da ku hîna êriş, sûc û binpêkirinên li dijî gelên herêmê berdewam bike bêyî ku qanûnên navdewletî û pîvanên mirovî di ber çavan re derbas bike."

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kir ku ji bêdengiya xwe derkeve û li hemberî sûcên Tirkiyê yên li dijî gelên herêmê bi taybet gelê Kurd biryarekî bide û sûcên wê rawestîne.

Her wiha bang li hikumeta Iraqê û ya herêma Başûrê Kurdistanê kir ku helwesteke diyar li hemberî Tirkiyê bide ya ku serdestiya xaka wê binpê dike.

Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd bang li gelê Kurd ên li hundir û derve û tevahî gelên herêmê kir ku li hemberî zêdegavî û sûcên domdar ên Tirkiyê rabin serhildanan : "Pêwîste diyaloga Kurdî-Kurdî dewam bikin, ev dê encamên êrînî bi xwe re bîne ku gelê Kurd li hêviya ye. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide nêlhe ev diyalog bighêjin serî. Careke din em teqez dikin ku Tirkiyê ne dijminê beşekî an partiyeke Kurdî, lê belê dijminê tevahî gelê Kurd bi partiyên xwe, Tirkiyê dijminê hêviyên tevahê gelê herêmê ya avakirina civakên azad û demokatîk e."