Li dijî Şaredariya Teyana êrişa çekdarî: Serokê wê hate qetilkirin

4 çekdarên rû veşartî êrişî avaiya Şaredariya Bajarokê Teyana ya rojhilatê Dêrazorê kirin û serokê şaredariyê qetil kirin.

Li dijî Şaredariya Teyana êrişa çekdarî: Serokê wê hate qetilkirin
15 hezîran, 2020   16:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ANHA‘yê 4 çekdar ku rûyê xwe girtibû êrişî avaihya Şaredariya Gel a bajarokê Teyana ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê kirin.

Çekdaran bi gefa çekê karmendên şaredariyê li cihekî kom kirin û piras serokê Şaredariyê Sekat Ebû Eymen kirin. Dema serokê Şaredariyê nas kirin jê xwestin ku li ser çongên xwe bisekine û li pêşiya hemû karmendan 4 guleyan berdan serî wî û ew qetil kirin. Koma çekdar piştî sûc pêk anîn, reviyan.

ANHA