‘Bersiva herî xurt a li hemberî komployên Tirkiyê yekitî ye‘

Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Mexmûr û Şengalê şeremzar kirin û bang li civaka navdewletî û Koalîsyona Navnetewî kirin ku erkê xwe bi cih înin û zêdegaviyên rejîma Tirk bi sînor bikin.

 ‘Bersiva herî xurt a li hemberî komployên Tirkiyê yekitî ye‘
15 hezîran, 2020   20:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk ên ser Şengal û Mexmûrê şeremzar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişa ku duh dewleta Tirk li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê pêk anîbû berdewama siyaseta rejîma Tirk a plankirî ye ku hêviyên gelên herêmê û mafên wan dike hedef da ku planên xwe yên berfirehbûnê pêk bîne.

Hate gotin ku Tirkiyê hewl dide bi rêya belavkirina edeolojiya îxwanî ya tundraw ajnîdeyên xwe yên dijimanî pêk bîne, aloziyên ku li Sûriyê, Lîbya, Iraq û hin dewletên din derxistine encamên van siyasetan e.

Di daxuniyê de hate diyarkirin : "Ya dihêle ku rejîma Tirkiyê êrişên xwe li dijî gelê Kurd û gelên herêmên bidomîne bêdengiya civaka navdewletî ye. Dagirkerina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên Sûriyê di çarçoveya vê nêzîkatiyê hat."

Partî û hêzên siyasî û nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Başûrê Kurdistanê û hedefkirina Kurdan şermezar kirin û bang li civaka navdewletî û Koalîsyona Navnetewî kirin ku erkê xwe bi cih înin û zêdegaviyên rejîma Tirk bi sînor bikin. Her wiha bang li hikumetên Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê kirin ku erkê xwe pêk bînin da ku mîna van binpêkirinên Tirkiyê yên li ser sînorê Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê dûbare nebin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Bersiva herî guncaw ya li hemberî komplo û planên Tirkiyê yekitiya pêkhateyan û berxwedana wan a li hemberî dagirkeran e. Her wiha xurtkrina rewşa aştiya navxweyî û jiyana hevbeş e. Bê guman aqilê nejadperest a Tirkiyê ji vê ditirse ku fikirê rizgariyê derbasî xaka wê bibe."

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser serxistina însyatîfa fermandarê giştî yê QSD‘ê ya bi armanca yekitiya Kurdî û hate gotin: "Serkeftina vê însyatîfê mîna lingê sereke yên ketina rêya çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re, Tirkiyê jî hewl dide vê yekê têk bibe. Ji ber vê yekê ji biryarên me yên Kurd di tevgera siyasî de tê xwestin ku ji mîna van hewldanan hişyar bin."

Partî û hêzên ku daxuyanî dane ev in:

-Partiya Sûriyê ya Pêşerojê

-Heyet Tensîq El-Weteniya- Tevgera Guhertin a Demokratîk

-Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Partî)

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

- Partiya Yekitiya Suryan

-Partiya Aştiya Demokrata Kurdistanê

-Partiya Asur a Demokratîk

-Partiya Demokrat a Kurd –Sûriyê

-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

-Partiya Lîberal a Kurdistanê

-Partiya Demokrat a Kurdistanê –Sûriyê

-Partiya Komunist a Kurdistanê

-Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

-Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê

-Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê

-Tevgera Nûjen a Kurdistanê

-Partiya Kedkaran a Kurdistanê

-Desteya Niştimanî ya Erebî

-Partiya Mûhafizkarên Demokratîk

-Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyê

Partiya Kesek a Kurdistanê

-Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd-Sûriya

-Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekitî)

-Partiya Çaksazî –Sûriyê

-Partiya Biratî ya Kurdistanê

-Partiya Roj a Demokratîk a Kurd –Sûriyê

-Yekitiya Niştimanî ya Azad-Rojava

-Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

-Tevgera Civaka Demokraîtk

-Kongreya Star

-Partiya Têkoşîna Demokratîk

-Partiya Komarî ya Kurdistanê

ANHA