‘Divê aliyên pêwendîdar sînorekî ji sûcên Tirkiyê yên li dijî kadroyên tenduristiyê re deynin’

Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê êriên dewleta Tirk li ser herêmên Başurê Kurdistanê, hedefgirtina nexweşxaneya Zeredeşt a Şengalê û Tîmên Awarte şermezar kirin û bang li hemû aliyên pêwendîdar kir ku bi rola xwe li hember van sûcên li dijî tenduristî û kadaroyên wê, rabin.

‘Divê aliyên pêwendîdar sînorekî ji sûcên Tirkiyê yên li dijî kadroyên tenduristiyê re deynin’
15 hezîran, 2020   12:12
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Di encama bombebarana dewleta Tirk li ser herêma Şengal û kampa koçberan a Mexmûrê yên li Başurê Kurdistanê û her wiha Herêmên Parastinê yên Medyayê de hejmarek ji welatiyen birîndar bû.

Çavkaniyan ji şengalê diyar kir ku balafirên şer tîmên rizgarkirina tenduristî ku hewl didan birîndaran ber bi nexweşxaneyê ve bibin, hedef girtin.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya kantona Cizîrê Raperîn Hesen destnîşan kir ku divê saziyên sivîl û nexwaşxane neyên bombebarankirin, her wiha divê kadroyên tenduristî di dema li ser erkên xwe bin neyên hedefgirtin.

Raperîn  Hesen êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başurê Kurdistanê,  hedefgirtina nexwaşxaneya Zerdeşt a Şengalê û tîmên rizgarkirinê, şermezar kirin.

Raperîn Hesen bang li aliyên pêwendîdar kir ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî kadroyên tenduristiyê yên tevî ku niha bi mijara covid-19 re mijûl in , bê deng nemînin û bi erkên xwe rabin.