Desteya şopandina dibistanan karname li xwendekaran belav kirin

Li navçeya Tirbespiyê piştî ragihandina bi dawîbûna sala xwendinê, Desteya Şopandina Dibistanan karname li xwendekaran belav kirin .

Desteya şopandina dibistanan karname li xwendekaran belav kirin
Desteya şopandina dibistanan karname li xwendekaran belav kirin
Desteya şopandina dibistanan karname li xwendekaran belav kirin
15 hezîran, 2020   11:58
QAMIŞLO

Piştî bi dawîbûna sala xwendinê li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê ya li ser ‘online’ê  karname li ser xwendekaran hat belavkirin.

Îro Desteya Şopandina Dibistanan ya li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajara Qamişlo karnameyên bidawîbûna sala xwendinê li ser 11 hezar 798 xwendekar yên ku li ser 143 dibistanên navçeyê hatine dabeşkirin, belav kirin.

Endama rêveber a Destya Şopandina Dibistanan Xaliya Xaşo destnîşan kir ku piştî rawestandina dewama dibistan û temamkirina xwendina online, rêveberiya dibistanan rewşa xwendekar û xwendina wan li malê şopand, her wiha tevahî wane bi rêya TV, kanalên Youtobe û tevnên civakî bi dawî kirin.

Xaliya Xişo diyar kir ku belavkirina karnameyên 20192020an bi biryara Desteya Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk hat. Karname li ser xwendekarên  refên seretayî ta refa 11 a amadehî hat belav kirin.