Nivîskar û rojnemevanê iraqî: Tirkiyê sedema bêaramiya li herêmê ye

Nivîskar û rojnemevanê iraqî Şemxî Cebir anî ziman ku dewleta faşîst serweriyê bin pê dike û êdî Tirkiyê faktorekî serekê yê bêarmaniya li herêmê rû dide ye, ji ber destwerdana Sûriyê, Iraqê û Lîbyayê dike.

Nivîskar û rojnemevanê iraqî: Tirkiyê sedema bêaramiya li herêmê ye
15 hezîran, 2020   12:18
NAVENA NÛÇEYAN-AZAD SEFO

Rojnemevanê iraqî ji ajansa ANHA`yê re diyar kir ku mixabin dewleta Iraqê li gorî qada siyasî dewleteke siyasî binketî ye, sînorê welatê wê bin pê dibe û xaka wê ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebaran kirin lê dîsa jî tu bersiveke cidî nade.

Şemxî Cebir da zanîn ku Tirkiyê faktorekî sereke yê bêaramiya li Iraqê û Sûriyê û Lîbyayê ye, di heman demê de cîhan pêk ve bûn şahidê piştgiriya dewleta Tirkiyê ji terorîstên li her sê welatên navborî, lewma di halê hazir de divê hikumeta Iraqê destwerdana Tirkiyê û êrişên li dijî xaka Iraqê şermezar bike.

Nivîskar û rojnemevanê iraqî Şemxî Cebir têkildarî girêdana di navbera serdana Heqî Fîdan ji Iraqê re û bomebarana Şengalê wiha got: "Jixwe bi çavekî biguman li vê serdanê dinêrim ji ber vê yekê ez dipirsim gelo hikumeta Iraqê şewqa kesk daye Tirkiyê?."

(eh)

ANHA