Rêveberiya Xweser qurbaniyên komkujiya Sêfo bi bîr anîn

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qurbaniyên komkujiyên Sêfo ku Osmaniyan li dijî gelên Aşûr, Suryan û Keldan pêk anîne, bi bîr anîn û piştrast kir ku divê pêşî li sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê bê girtin.

Rêveberiya Xweser qurbaniyên komkujiya Sêfo bi bîr anîn
15 hezîran, 2020   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 15’ê Hezîranê anku salvegera komkujiyên Sêfo yên sala 1915’an e ku Osmaniyan li dijî gelên Aşûr, Suryan û Keldan pêk anîn û di encamê de bi sed hezaran kes bûn qurbanî.

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand, tê de komkujiyên Osmaniyan û yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de wiha hat gotin:

"15’ê Hezîranê salvegera trajedî û komkujiyên Sêfo ye ku Osmaniyan li dijî gelên Aşûr, Suryan û Keldan, her wiha gelê Ermen pêk anîne. Ev komkujî metod û siyaseta Osmanî ku di dîrokê de û niha ji bîr nabin, nîşan dide. Her wiha hê jî Tirkiye û çeteyên wê rojane li herêmên dagirkirî yên Sûriyê komkujiyan pêk tînin.

Sûc li Efrîn û herêmên dagirkirî yên dîtir pêk tên, her wiha hewldanên çeteyên bi piştevaniya Tirkiyê li herêmên piraniya wan xiristiyan li Xabûrê, dişibin heman siyasetên komkujiyên Sêfo.

Di demekê de ku tevahî qurbaniyên komkujiyên Sêfo yên 1915’an û tevahî qurbaniyên komkujiyên Tirkiyê di dîrokê de bi bîr tînin, em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li NY’yê, civaka navneteweyî û tevahî aliyên pêwendîdar dikin ku tedbîrên guncaw, piştî ku bi fermî dewleta Tirk di Kongreya Amerîkayê de ku sedema wan komkujiyan e hat şermezarkirin, bigirin. Her wiha bang dikin ku pêşî li sûcên Erdogan ên li dijî gelên herêmê bi rêya destwerdan, piştevaniya terorîst û çeteyan pêk tîn, bigirin. Bêdengiya li beramber sûcên Erdogan ên îro, şermîniyeke nayê veşartin û piştevaniya pêkanîna komkujiyên dîtir e.

Divê cîhan tev bigere û li hember rola Tirkiyê ya ku dê zêdetir krîz û şer bi xwe re bîne berpirsyar be, her wiha dewleta Tirk metoda qirkirinên cur bi cur pêk tîne."

(fr)