KCD: Divê Kurd li dijî faşîzmê bibin yek

KCD têkildarî êrişa li ser kampa Mexmûrê daxuyaniyek da û bang li gelê Kurd kir ku li hemberî faşîzmê bibe yek.

KCD: Divê Kurd li dijî faşîzmê bibin yek
15 hezîran, 2020   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî êrişa li ser kampa Mexmûrê da. KCD’ê diyar kir ku yek ji armanca êrişê ev e ku meşa demokrasiyê ya HDP’ê provoke bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Roja ku meş hate destpêkirin diyar e ku kî alîgirê şer û mirinê ye û kî jî alîgirê aştî û jiyanê ye. Ji ber vê jî meşa HDP’ê heta ku bigihêje armanca xwe divê bidome.

Bomberdûmankirina warên sivîlan û kampên penaberên ên di bin statuya Neteweyên Yekbûyî de ye sûc e. Lê ji bo AKP’ê ne girîng e ku di demên pêş de wê di qada navneteweyî de bi çi were sûcdarkirin.

Em bang li hemû gelên dinyayê, rêxistinên demokratîk û qada navneteweyî diki ku li hemberî faşîzma AKP’ê bêdeng nemînin. Gelê Kurd divê li hemberî vî şer û faşîzmê yekîtiya xwe pêk bîne û dengê xwe bilind bike. Em ê jî bo bicihhatina daxwazên siyasî yên gelê Kurd, tu carî dev ji daxwaza xwe ya aştî û demokrasiyê bernedin.”