Li Çewlikê erhejeke din rû da

Piştî erheja duh a bi pileya 5.8, îro jî li navçeya Kanîreş a Çewlikê bi pileya 5.6 erhejeke din pêk hat.

Li Çewlikê erhejeke din rû da
15 hezîran, 2020   08:18
​​​​​​​ NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Kanîreş a Çewlikê ya Bakurê Kurdistanê saet di 09:51’an de bi pileya 5.6 erdhejek pêk hat. Erdhej li gelek bajar û navçeyên derdorê hat hîskirin.

Duh berê êvarê jî li navçeya Kanîreşê erdhejek bi pileya 5.8 rû dabû û li gundan avahî hilweşiyabûn û hin welatî birîndar bûbûn.