'Tu eleqeya dewleta Tirk bi îslamyetê re tune ye’

Serokê Daîreya Fetwayan a navçeya Şedadê got: "Dewleta Tirk bi navê îslamê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûcan dike. Lewma divê hesab jê were xwastin. Tu eleqeya dewleta Tirk bi îslamyetê re tune ye.”

'Tu eleqeya dewleta Tirk bi îslamyetê re tune ye’
15 hezîran, 2020   05:50
HESEKÊ-BASIM EL-DEXÎL

Ji destpêka aloziya Sûriyê,  anku ji 2011`an ve komên çete bi navê îslamê qetilkirin û komkujiyan pêk tînin. Pîroziyên neteweyan hildiweşînin û xizmeta ajandeyên Tirkiyê dikin. Dewleta Tirk a dagirker jî xaka Sûriyê dagir dike û dixwaze nasnameya herêmê ya pirrengî tune bike.

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka şoreşa gelan ve piştgiriya komên çete dike. Çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusrayê derbasî herêmê kir, da  ku plan û ajandeyên xwe pêk bîne. Hewl dide hemû tevgerên demokratîk tune bike. Ji ber dewleta Tirk a dagirker hebûna tevgerên demokratîk li ser dîktatoriya xwe weke xeterî dibîne.

Piştî ku QSD’ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, Tirkiyê çeteyên DAIŞ’ê yên mayîn kom kir û navê "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" lê kir. Artêşa behsa mijarê êrişên dagirkerî û qirkirinê anîn ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

'DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK WERE XWESTIN'

Serokê Daîreya Fetwayan a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê Ehmed Esad têkildarî mijar axivî û got: “Dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî sivîlan, bi taybet jî li dijî jinan sûcan pêk tîne. Divê hesab ji Tirkiyê were xwestin û tuntirîn cezayên navneteweyî lê were birîn.”

Ehmed Esad da zanîn ku dezgehên çapemeniyê û malperên tora civakî sûcên çeteyên Tirkiyê yên li dijî jinan ji revandin, girtin û êşkencekirinê derxistin holê û got: "Di vir de jî mirov pirs dike, gelo çeteyên Tirkiyê bi kîjan heq û qanûnî van sûcan pêk tînin? Dema mirov sûcên dewleta Tirk dibîne, mirov piştrast dibe ku tu eleqeya wî bi îslamyetê ve tune ye. Tenê xelkê di mal û welatên wan de qetil dike.”

Dewleta Tirk girêdana mirovan bi olê îslamê ve bikar anî, lewma bi navê îslamiyetê dest bi kiryar û sûcan kir. Lê armanca dewleta Tirk ew e ku navê ola îslamê xerab bike û sûcên li dijî xelkên herêmê bi kartîne rewa bike.

Ehmed Esad amaje pê kir ku "Ola îslamê ola dilovanî û lêbuhirandinê ye. Îslam ji hemû kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê ên terorîst bêrî ye."

Serokê Daîreya Fetwayan a navçeya Şedadê bi lêv kir ku sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê isbata nezanîn û cahiliyeta wê ye.

Ehmed Esad di dawiya axaftina xwe got: "Em êrişên bi navê îslmanê yên bi serkêşiya Erdogan tên kirin, şermezar dikin. Em hemû dizanin ku îslam banga rêzdariya cîrantiyê dike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oWAUVMxiwvQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>