Balafirên keşfê yên Tirkiyê li asîmana kampa Mexmûrê digerin

Di van kêliyan de balafirên Tirkiyê li asîmanê kampa Mexmûrê digerin û gelê kampê xwe ji bo protostoya li pêşiya navenda NY`yê amade dikin.

Balafirên keşfê yên Tirkiyê li asîmana kampa Mexmûrê digerin
15 hezîran, 2020   05:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji beriya çend saetan ve balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Şengal, kampa Mexmûrê ya li başûrê Kurdistanê û herêmên parastina Medya bombebaran dikin. Di vê der barê de endamê têkiliyên diplomatîk ê li kampa Mexmûrê ya Şehîd Rustem Cudî Bêwar Mexmûr diyar kir ku topbaran, gelê Kurd û kampê dike armanc, ji ber ji salên 90`î de serî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker netewandin.

Bêwar Mexmûr da zanîn ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmana kampê digerin û gelê Mexmûrê jî dê li pêşiya navenda NY`yê protesto bikin û  bêdengiya navnetewyî şermezar bikin.

(eh)

ANHA