Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê li ber xwe bidin

Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hecî Kaçan girêdayî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  daxuyaniyek da. Kaçan diyar kir ku wê gav paşde neavêjin û banga piştgiriyê ji gelê Kurd kir.

Meclisa Gel a Mexmûrê: Em ê li ber xwe bidin
15 hezîran, 2020   01:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Balefirên dewleta Tirk a dagirker di saet 00:00'an de li derdora Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr), Şengal û Qada Parastina Medyayê bombebaran kirin.

Hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk a (Mexmûr) Hecî Kaçan têkildarî êrişa li ser wargehê daxuyaniyek da. Kaçan di daxuyaniyê bal kişand ser êrişên hewayî yên li ser wargehê û got: “Gelê Mexmûrê ji êrişên dewleta Tirk ne biyanî ne. Di jiyana xwe ya penaberiyê de gelek bedel dane. Heta niha li hemberî hemû êrişan li ber xwe daye û wan êrişan gav li me paş nedaye avêtin. Ti carî nikarin îradaya me teslîm bigirin. Em li vir bang li hemû gelê Kurd dik dostan dikin bi piştgiriya wan em ê li berxwe bidin û em teslîm nabin. Dijmin çiqasî bi rêbazek bê exlaqanî êrişî gel bike, wê ti carî gelê me gav paş de neavêje. Ew êrîş wekî her demê îrade û baweriya me ya bi Rebêr Apo û Şehîdan xurttir dike. Em yên ku di wî şerê qirêj de hevkariya Tirk dikin şermezar dikin.”

Kaçan di dawiya axaftina xwe de got ku ew tu caran nahêlin dorpêç, êrîş û ambargo gav li wan paş de bide avêtin û wê berxwedana Mexmûrê serbikeve.