Balafirên dewleta Tirk tîmên rizgarkirinê li Şengalê bombebaran dikin

Di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser Şengalê de, hinek sivîl birîndar bûn. Her wiha balafirên artêşa dagirker jî tîmên rizgarkirinê yên ku hewl dan birîndar rizgar bikin, bombebaran kirin.

Balafirên dewleta Tirk tîmên rizgarkirinê li Şengalê bombebaran dikin
14 hezîran, 2020   23:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyan, di encama bombebarana li ser Şengalê de, hejmarek sivîl birîndar bûn, lê hejmar ne diyar e.

Heman çavkanî ragihandin ku dema tîmên rizgarkiriyê yên girêdayî tîmên tenduristî li Şengalê hewl dan birîndaran ji cihê bombebaranê rizgar kirin, ji aliyê balafirên artêşa Tirk ve hatin hedefgirtin, da ku neghêjin cihê bombebaranê.

(kc)

ANHA