Rojnamevankî Êzidî: Bombebarana Başûr, pilana dewleta Tirk ji bo dagirkirina Kurdistanê ye

Rojnamevan Ibrahîm Êzidî destnîşan kir ku bombebarana dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê, pilana dagirkirina beşekî din ji erdîngariya Kurdistanê ye.

Rojnamevankî Êzidî: Bombebarana Başûr, pilana dewleta Tirk ji bo dagirkirina Kurdistanê ye
14 hezîran, 2020   23:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengal û Mexmûrê, rojnamevan ji Şengalê Ibrahîm Êzidî, ji ajansa me re nirxand.

Êzidî da zanîn ku piştî vegerandina zêdetirî 40 malbatên Êzidî yên koçber di du rojên dawî de li gundewarên xwe yên Şengalê, ev bombebaran pêk hat.

Êzidî piştrast kir ku dewleta Tirk dixwaze nasname û çanda kurdî ya resen tune bike û destûr nede ku Êzidî vegerin Şengalê.

Êzidî anî ziman ku Şengal û wargeha penaberan Mexmûr û Herêmên Parastina Medya  li çiyayên Başûrê Kurdistanê hatin bombebarankirin û got:"Dewleta Tirk dixwaze hîna zêde erdîngariya Kurdistanê dagir bike."

Êzidî got bêdengiya şermê ya hikumeta Başûrê Kurdistanê rewabûnê dide dagirkirina dewleta Tirk ku êriş bike.

Rojnamevan Ibrahîm Êzidî bang li hikumeta herêma Kurdistanê kir ku der barê êrişên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê, helwesteke zelal nîşan bide.

(kc)

ANHA