Bomebebarana li ser Wargeha  Penaberan a Mexmûrê 40 deqeyan dom kir

Balafirên şer ên Tirk a dagirker, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Wargeha Penaberan a Mexmûr û Şengalê bombe dike.

Bomebebarana li ser Wargeha  Penaberan a Mexmûrê 40 deqeyan dom kir
14 hezîran, 2020   23:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Bombebarana li Mexmûrê ya li ser cihên sivîlan saet 00:00 heta 00:40’ê dom kir. Balafirên şer Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Çiyayê Qereçox û herêma Miştenûr bombe kiriye.

Di êrişa li Mexmûrê de jîngehên sivîlan hatiye hedefkirin û bombekirin. Dema ku welatî ber bi cihê bûyerê diçûn rêya xwegihandin cihê bûyerê hatin bombekirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Kampa Mexmûrê hate girtin, ziyanên canî pêk nehatine, li zeviyên ku ji bo xwedîkirina lawiran hatibû çandin ji ber bomberdûmanê şewitîn.

Ji saeta 00:00 a êrîş destpê kir û şûnde tevgera balafirên keşfê dewam dike.