QSD`ê bidawîkirina qonaxa yekemîn ji Tunekirina Terorîstê ragihand

QSD`ê ragihand ku qonaxa yekemîn ji Pêngava Tunekirina Terorê bi girtina 110 çeteyan û paqijkirina rûbereke fireh ji gundewarên Dêrazoê û Heskê, bidawî bû.

QSD`ê bidawîkirina qonaxa yekemîn ji Tunekirina Terorîstê ragihand
10 hezîran, 2020   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro der barê encamên pêngava Tunekirina Terorê daxuyaniyek da. Pêngava Tunekirina Terorê di 4`ê Hezîranê de hatiye destpêkirin.

Daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abullah ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Pêngava Tunekirina Terorê di 4`ê Hezîrana 2020`an de li erdnîgariya ji gundewarên başûrê Hesekê li herêma Deşîşa ya nêzî sînorê Iraqî û heta sînorê herêma Baxoz li gundewarên Dêrazorê, destpê kir. Qonaxa yekemîn ji pêngavê di 10`ê Hezîranê de bidawî bû.

Bi koordînasyona leşkerî di navbera hêzên me û hikûmeta Iraqê de û bi beşdarbûna hêzên Koalisyonê ji bo peydakirina ewlehiya herêmên sînor û parastina aramiya navxweyî, parastina jiyana niştecihan ji êrişên şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawîn de zêde bûne, hêzên me nêzî 175 km bi dirêjahî û 60 km bi kûrahî  paqij kir û di nav de zêdetirî 150 gund û bexçe.

Hêzên Komandos û Koalisyonê girtin ser 65 bargeh şaneyên DAIŞ`ê. Di encama operasyon û paqijkirinê de hêzên me 110 terorîst û kesên ku gumana têkiliyên bi şaneyan re li ser wan hene, girt.

Her wiha hêzên me miqdareke çekên cûda di nav de demance, madeyên teqemenî û miqdareke mezin ji madeyên teqemenî ku li ser destan hatibû çêkirin, girt.

Di operasyenekê de tîmek ji hêzên me ratî şaneyekê hat û hêzên me rewş xistin bin serweriya xwe de.

Tu zerar di nava hêzên me de çênebûye."

(bx)

ANHA