Fransa der bare destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê hişyarî da

Fransa hişyarî li ser metirsya ku dighêje Ewropa ji ber destwerdana Tirkiyê li Lîbyayê, da û destnîşan kir ku lihevkirina Rûsî-Tirkî ne di xizmeta Ewropayê de ye.

Fransa der bare destwerdana dewleta Tirk li Lîbyayê hişyarî da
10 hezîran, 2020   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Weke ku wezareta Derva ya Fransayê ragihand, Berdevkê Bilind ê Yekîtiya Ewropa û wezîrên derva ya Fransa, Almanya û Îtalya ji aliyên şer ên Lîbyayê xwestin ku bi awayekî lezgin, agirbestê ragihînin .

Wezaretê di daxuyaniyekê de got:" Em ji hemû aliyê Lîbî û yê navdewletî dixwazin ev şer biskinînin û hemû alî tevlî diyalogan bibin."

Jêderek diplomatî ya Fransayê hişyarî ji mudexele kirina Tirkiyê li Lîbiyayê re da û destnîşan kir ku, ev destwerdan metirsî gihand ber deriyê Ewropayê.

Jêder lê zêde kir jî Ewropa ji lihevkirinên Rûsî-Tikî re ne rihete ji ber ku ev lihevkirin ne di berjewendiya ewlehiya Ewropayê de ye.

ANHA