Balafirên keşfê yên Rûsya û Tirkiyê li herêmên "bê çekî" geriyan

Hêzên hikumeta Sûriye careke herêmên"bê çekî" topbaran kir. Di heman demê de balafirên keşfê yên Rûsya û Tirkiyê li herêmê digerîn.

Balafirên keşfê yên Rûsya û Tirkiyê li herêmên "bê çekî" geriyan
10 hezîran, 2020   09:02

Naveda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) got îro hêzên hikumeta Sûriye  herêmên EL- Fitîra, Kensefra û Sefonhen ên li Cebel El Zewiyê û El Enkawî ya li Sehl El-Xab ê gundewarên bakurê Hema, topbaran kir.

Di hema demê de li esîmanên bajarê Idilbê firîna balafirên keşfê zêde dibe, nexasim li Cebel El-Zawiyê balafirên Rûsî û li bajarê Idlibê û gundewarê bakur wê yên Tirkiyê, difirin.

Duh balafirên şer yên Rûsya 15 car herêmên Knsefra, Bilyon, El-Bare, El-Muzre, El-Fitêre, Kefer Eweyêd  û herêmên din li Cebel El-Zawiê ya li gundewarê başûrê Idlibê, bombebaran kir.

Li gorî SOHR`ê di encama bombebaranê li Bilyonê hinek kes birîndar bûn û sivîlek jî mir.