Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan aşkera kir

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê nasnameya du şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG) ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûne, aşkera kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan aşkera kir
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan aşkera kir
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan aşkera kir
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan aşkera kir
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan aşkera kir
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan aşkera kir
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan aşkera kir
Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya du şehîdan aşkera kir
9 hezîran, 2020   11:23
HESEKÊ

Merasîma şehîd Xensa Ebas(Arîn Zagros) û Selah El-Dîn Şêxî (Xwînrij Qamişlo) bi amadebûna endamên saziyên sivîl, şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundewarên wê li Stada(yarîgeha) herêmî ya navçeyê, hat lidarxistin. 

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre berdevkê Meclisa Malbatên Şehîdan Edla Omer bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û  çalakiyên bêhempa yên ku HPGê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li çar parçeyên Kurdistanê li dar dixin, silav kirin.

Edla piştrast kir ku gelê kurd wê li tevahiya kurdistanê berxwedaniyê li dijî dagirkeriyê heya bigihîjinn armanca ku şervanên me ji bo wê xwe canê xwe feda kirine bike.

Seûd Şêxî  apê şehîd (Xwînrij Qamişlo) ye, bi navê malbetê şehîd wiha axivî: "Şehîd Selah El-Dîn berê li Ewropayê bû lê piştî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar da ku vegere welatê xwe û li rex şervanên azadiyê parastinê bike û piştre ji bo parastina giştî xaka Kurdistanê tev li HPG’ê bû.

Abdulwehab Xelef bi navê malbata şehîd Xensa Ebas (Arîn Zagros) wiha axivî: "Arîn çeka birayê xwe yê şehîd hilgirt û bû şopdara rêya birayê xwe. îro jî  bi şehîdbûna xwe  bû sembola serkeftinê ji welatê xwe û cihê serbilindiyê ji gelê Kurd re.

Nasnameya şehîdan ji hêla endama malbatên şehîdan Nisrîn Meimê ve hat xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA