Şehîd Qasim Engîn li Mexmûrê hate bibîranîn

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn bi merasîmekê bi bîr anî.

Şehîd Qasim Engîn li Mexmûrê hate bibîranîn
9 hezîran, 2020   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn ku 27’ê Gulanê di êrişeke hewayî de şehîd bûbû, bi merasîmekê hate bîranin. Bi sedan welatiyên wargehê tev li merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê hevserokê Meclisa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Hecî Kaçan axivî û da zanîn ku wê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin û got: “Gelê me yê welatparêz û dayik û babên me yên hêja, windakirina fermandarek, fîlozofek û hevrêyekî wekî heval Qasim ji bo tevahî gelê Kurd û PKK’ê xemgîniyeke mezin e. Wek gelê Mexmûrê em ji rewşên vî rengî ne biyanîne. Gelê Kurd şahidiya qehremaniya Partiya Karkerên Kurdistan kiriye û bi PKK’ê xwe nas kiriye. Em bi navê gelê Waregeha Mexmûr di serî de ji Rêber Apo, malbata şehîd Qasim û ji hevalên wî re sersaxî dixwazin. Em ê her tim li ser şopa rêheval Qasim bimeşin û em soza bilindkirina tekoşînê didin. Em wê hêrsa xwe bikin vegerînin têkoşînek û berxwedaneke mezin.”

Kaçan wiha domand: “Em ê bi hêrsa azadîxwazî ya ku têkoşîna me ji rêheval Kasim girtî wê bi vî tokîşênê li dora Rêber Apo bikin xelek û berxwedaniyek mezin. Em soz didin ku em xwîna rêheval Qasim Engîn erdê nahêlin û emê bi berxwedaniyek mezin di dilê dijminde bibin tirsek mezin. Wê ticaran dijmin ne kare îradeya me bistîne. Herî dawî dixwazim bi helbesat rêheval kasim dawî li axaftina xwe bînim ‘ta çiraya me geş nebe, hûnê ronahiyê bi çavê xwe ne bînin’ wek gelê wargeha Mexmûr û wek gelê Kurd yê bi rûmet wê emê li pey doza fermandarê mezin Qasim Engîn bi meşin û emê ti caran gavan ji şûnve ne avêjin.”

Piştî axaftina hevserokê Heclîsa Gel, helbesta Şehîd Qasim Engîn hate guhdar kirin. Piştî guhdarkirina helbestê merasîm bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.

ANHA