Wîfaqê itîraf kir ku binpêkirinên dermirovî li Terhona pêk anîne

Cara yekemîn e ku hikumeta Wîfaqê li ser binpêkirinên li bejarê Terhona yê Lîbyayê axivî, her wiha got ku tiştên ku endamên wê pêk anîne binpêkirina mafên mirovî ye.

Wîfaqê itîraf kir ku binpêkirinên dermirovî li Terhona pêk anîne
9 hezîran, 2020   11:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî kanala Lîbya ya Ehrar, wezîrê hundirîn ê hikumeta Wîfaqê Fethî Başaxa got ku endamên girêdayî saziyên ewlehî yên hikumeta Wîfaqê binpêkirinên dermirovî pêk anîne.

Serokê Dîwana Meclisa Bilind a Rûspiyên Lîbyayê Mihemed Misbahî got ku zêdeitîr 4 hezar endamên ji çeteyên Cebhet El-Nusra û tundrawên girêdayî Tirkiyê derbasî Terhona bûne, bi wê re jî bi hezaran sivîl koçber bûn, lê yên mane hatin kuştin.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî anî ziman ku dê artêş stratejiyeyke nû ya derbasbûna Terablusê ku xwe dispêre topbaran û balafirên şer, pêk bîne.