​​​​​​​Li Kobanê li nêzî sînor panzêreke rûsî teqiya

Li nêzî dergehê sînor a li gundê Mec Îsmaîl ê rojhilat bajarê Kobanê panzêreke rûsî teqiya, li gorî agahiyên destpêkê 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn.

​​​​​​​Li Kobanê li nêzî sînor panzêreke rûsî teqiya
9 hezîran, 2020   10:53
KOBANÊ

Li gorî nûçegihanê ANHA’yê, di dema hejmarek ji erebeyên rûsî berê xwe didan dergehê sînor ê li gundê Merc Îsmaîl ê rojhilatê bajarê Kobanê de, erebeyek teqiya.

Li gorî agahiyên destpêkê, 3 leşkerên rûsî di encama teqînê de birîndar bûn, her wiha ew rakirin nuqteya tenduristî ya li rojavayê Kobanê.

Nûçegihan diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê teqînê dorpêç kir, lê heta niha sedemên teqînê ne diyar in.

(fr)