‘Divê lêpirsîn der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê de bê kirin’

Jinên endamên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û Meclisa Jinên Ciwan de bang li tevahî partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û jinên cîhanê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berpirsyar bin û piştrast kir ku bêdengî nîşaneya beşdariya wan e.

‘Divê lêpirsîn der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê de bê kirin’
9 hezîran, 2020   10:50
KOBANÊ

Bertekên şermezarkirinê li dijî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê û herêmên dîtir ên dagirkirî berdewam in, bi taybet piştî bûyera derketina gelek jinên girtî yên di girtîgeha dagirkeriyê li hundirê bajarê Efrînê de.

Jinên di Rêveberiya Xweser a herêma Firatê de daxuyaniyek li ser sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û komên alîgirên wê yên li dijî jinên Efrînê da. Daxuyanî li pêş avahiya Meclisa Rêveber a herêma Firatê ya bajarê Kobanê hat xwendin.

Daxuyanî bi zimanên kurdî û erebî hat xwendin, hevseroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Gulê Hesen û cîgira Desteya Jinan a Herêma Firatê Rozîn Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Tevahî qirêjiyên cîhanê li herêmê ku dewleta Tirk dagir kirine, kom bûn, hê jî qîrîna kevr, dar û jinan di guhê rêxistinên hiqûqî û civakî de bilind e, lê tu bertekên wan tune ne.

Sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji roja destpêkê de dikin sînorê sûcan derbas kirine, her wiha wêneyên jin û zarokan di girtîgehan hatin kişandin û bi wê re jî zihniyeta mêrdestiyê ya hovane diyar dibe, mîna van sûcan jî zihniyeta van koman ku jinan tenê di laş dibînin, aşkera dibe.

Rêxistinên mafên mirovan ên girêdayî NY’yê ji dêvla bi berpirsiyatiya xwe rabe û lêpirsînê li ser mijarê veke, destgirêdayî û bêdeng dimîne.

Dîmenên jinên Kurd ên di girtîgehên nepenî de ne cara yekê ne, ji ber desthilat her tim û di dîrokê de jin hedef girtine, li Şengalê jin revandin û firotin, li Efrînê jî heman sûc kirin, her wiha li Serêkaniyê û Girê Spî jî ew sûc di şexsê Hevrîn Xelef de kirin, niha jî li Bakurê Kurdistanê di şexsê Leyla Guven de jinan hedef digirin.

Em wek jinên Rêveberiya Xweser bang li tevahî partiyên siyasî yên Kurd, rêxistinên mafên mirovan û jinên li tevahî cîhanê dikin ku bi berpirsiyartiyên xwe rabin û li hember tundiya li dijî jinan bisekin, fişarê li Meclisa Ewlehiyê û rêxistina mafên mirovan bikin ku lêpirsîn der barê sûcên ev kom pêk tînin vekin. Bêdengiya navneteweyî der barê dagirkeriyê de mîna van sûcan hevparî ye.”

Daxuyanî bi dirûşmên şermezarkirian dagirkerî û sûcên wan û piştrastkirina berdewama berxwedanê bi dawî bû.

MINBIC

Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê û gundewarên wê bi daxuyaniyekê sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Endamên saziyên jinan tev li xwendina daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li Stada Beledî ya bajêr hat dayîn. Endama Meclisa Jinên Ciwan Melek Îsa daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê Meclisa Jinan û Meclisa Jinên Ciwan a Minbicê em sûcên dermirovî yên li dijî jinan li herêmên Girê Spî, Efrîn û Serêkaniyê şermezar dikin. Ji destpêka ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên dest bi êrişan kiriye, dixwazin gelê herêmê qir bikin û çanda wê biguherînin. Em helwestin dijminatî û derexlaqî ji kuştin, revandin û tecawizkirina jinan, şermezar dikin.

Ev yek kîna wan a li dijî serkeftinên jinan diyar dike. Dixwazin destkefiyên jinan binpê bikin.

Di demên dawîn de sûcên li dijî jinan zêde bûn. Li ser toreyên tevna civakî wêne û dîmenên terorîstên Erdogan ku çawa jinan îşkence dikin, dikujin û bi cenazeyên wan dilîzin, hatin belavkirin. Tevahî cîhanê hovîtiya wan di şehadeta şehîd Hevrîn Xelef de dît. Îro jî kuştina jina ciwan a 16 salî û gelek jinên mîna wê. Dewleta Tirk bi van sûcan serbilinde. Dîmenê wan belav dike da ku her kes bibîne. Li beramberî wê jî civaka navnetewî bê denge. Bêdengî tê wateya ku ew jî şirîkin di van sûcan de. 

Em wek jinên Minbic û jinên ciwan emê dengê xwe bilind bikin da ku her kes guhdar bike. Emê li kêleka jinên berxwedêr ên Efrînê, Girê Spî  û Serêkaniyê, bisekinin. Emê li hember van sûcan bisekinin. Her çi were xwestin emê rêya têkoşînê bişopînin.

Em bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku bikevin nava tevgerê. Erka xwe pêk bînin û helwestên xwe li beramberî sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê diyar bikin."

(fr-bx)

ANHA