Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didomin

Şêniyên gundewarên Til Temirê piştrast kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi zeviyan dixin, malên sivîlan li herêmên dagirkirî dişewitînin û derfet nadin tîmên agirkujiyê ku şewatan vemirînin.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didomin
Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didomin
Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didomin
Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan didomin
9 hezîran, 2020   06:56
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê li baregeha leşkerî ya li gundê Amiriyê yê nêzî navçeya Til Temir a kantona Hesekê ya li ser rêya navneteweyî ya M4, zeviyên çandiniyê dişewitînin da ku rûbera şewatan fireh bibe û bigihêje gelek gundewaran. Ji ber vê jî zirarên mezin gihaştin malên sivîlan. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derfet nade tîmên agirkujiyê ku destwerdanê bikin û şewatan vemirînin û wan gulebaran dikin.

Welatiyê bi navê Casim Hemed ji şêniyên gundê Erbîn e ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û got artêşa Tirk a di baregeha leşkerî ya li gundê Amiriyê de zevî şewitandin û bi wê re jî şewat ber bi gundên nêz ve çû.

Casim Hemed wiha got: "Çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî’ agir bi malên sivîlên gundên li nêzî rêya M4 xist. Piştî ku agir vedimire çete careke din agir pê dixin. Em nikarin destwerdanê bikin û şewatan vemirînin. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, me gulebaran dikin. Her wiha tîmên agirkujiyê jî nikarin destwerdanê bikin."

Ji rêveberên tîma agirkujiyê ya navçeya Til Temirê Mehmûd Dear jî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên sedema sereke ya şewitandina zeviyên gundewarên navçeya Zirgan û navçeya Til Temirê ne.

Daer diyar kir ku tîmên agirkujiyê nikarin destwerdanê bikin da ku şewatan vemirînin, ji ber ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, wan yekser dike hedef, her wiha metirsî ji ber mayinên ku çeteyan di nava zeviyan de çandine, hene.

Mehmûd Daer di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku bi sedan hektar zeviyên herêmê hatin şewitandin, gelek malên sivîlan li gundên Um Şeîfa û Til Menax ên gundewarên başûrê navçeya Zirganê ya li ser rêya Til Temirê, malên sivîlên li gundên Qasimiyê û Rîhaniyê yên bakurê rojavayê navçeya Til Temirê, malên li gundê Amiriyê, Leylan, Erbîn û Tewîla yên gundewarên başûrê rojavayê navçeya Til Temirê yên li ser rêya M4, hatin şewitandin.

Casim Hemed bal kişand ser rêzesûcên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlan pêk tînin û wiha got: "Çeteyan mal û milkên min ji min standin, ez û zarokên min koçber kirin."

Casim Hemed wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê terorîst in. Ji ber sûcên li dijî sivîlan pêk tînin, mal û milkên wan didizin, çavkaniya jiyana wan dişewitînin û wan neçarî koçberiyê dikin."

(bx)

ANHA