Siyasetmedara sûrî: Dewleta Tirk rastiya rewşa jinan li herêmên dagirkirî ‎vedişêre

Lêkolîner û siyasetmedara sûrî Meys Kirêdî, siyaset û zîhniyeta dewleta Tirk, bi ‎taybet a li dijî jinan wek zîhniyeta ‘Îxwan El-Muslimîn’ wesif kir û got hegemonyaya Tirkiyê ‎rastiyan dinixumîne.‎

Siyasetmedara sûrî: Dewleta Tirk rastiya rewşa jinan li herêmên dagirkirî ‎vedişêre
9 hezîran, 2020   07:38
‏NAVENDA NÛÇEYAN-ŞERVÎN MISTEFA

Li gorî daneyên dawîn, tê destnîşankirin ku sûcên ‎revandin, tecawizkirin û kuştinê li herêmên ku dewleta Tirk li bakurê Sûriyê, bi taybet bajarê Efrînê, dagir kirine, zêde bûne. Her wiha ‎dewleta Tirk a dagirker nahêle tu alî rûdanên li wê herêmê pêk tên, eşkere bikin.‎

Lêkolîner û siyasetmedara sûrî Meys Kirêdî rewşa jinan li herêmên ku dewleta Tirk dagir kirine, dişopîne. Her wiha li ser sûcên ku dewleta Tirk a dagirker û ‎çeteyên wê li dijî jinan pêk anîne, ji ‏ ‏ANHA’yê re axivî.‎

'ZÎHNIYETA DEWLETA TIRK ZÎHNIYETA ÎXWAN EL-MUSLIMÎN E'

Lêkolîner û siyasetmedara sûrî Meys Kirêdî zîhniyet û siyaseta dewleta Tirk bi zîhniyet û fikra Îxwan El-Mislimîn wesif kir û wiha got: "Li gorî agahiyên heyî yên der barê jinên li herêmên dagirkirî de, mixabin bi hebûna hêzên terorîst û rêxistinên ku piştevaniya wan a çapemeniyê hene, bi taybet rêxistinên Tirkiyê, texmîn dikim ku ev agahî gelek rastiyên tenduristî û sivîl ên jinan vedişêrin."

Meys Kirêdî piştrast kir ku hin şepêlên tundraw hene, jin ji çarçoveya rastiya têkoşîna sivîl, geşkirin û pêşxistinê bi dûr xistine û tenê di çarçoveyên nezaniyê de ku têkiliya xwe bi berjewendiyên siyasî yên nerast heye, dorpêç kirine. Meys Kirêdî destnîşan kir ku hegamonyaya Tirkiyê nahêle tu kes xwe bigihîne rastiyan.

‘NASNAMEYA WELATPARÊZIYÊ LI HERÊMÊN DAGIRKÎ HAT WINDAKIRIN’

Meys Kirêdî destnîşan kir ku şepêlên piştgiriya jinan wekî pêçandina siyaseta li ‎herêmên dagirkirî hat damezirandin da ku pêşkêşî civaka navneteweyî bikin ku ‎nûnertiya nasnameya nû ya jinên Sûriyê dike. Her wiha Meys got ew nasname ne ‎rast e û girêdayî ajandeyên siyasî yên Îxwan El-Muslimîn e.‎

Meys Kirêdî wiha domand: "Gotina li ser çi çareseriyê li gel rewşa awarte, çareyên ‎lezgîn û demkî ne, ji ber pêwîstiya xebata geşkirinê bi aramî û amûrên welidandina ‎rêxistina qanûna birêxistinkirinî ya rewşa jinan heye. Lê li gel rewşên awarte ku ‎welat ji ber nakokiyên navdewletî, lihevkirin û şeran tê re derbas dibe, dijwar e. Ji ‎ber pêdiviya wê tevahî bi hewayekî guncaw heye."‎

Meys Kirêdî piştrast kir ku ew tenê bi rêya pêşxistina binesaziya qanûnî, hewldana ‎sepandina tevahî qanûnên parastinê û sepandina tevahî binesaziyên qanûnên ‎navdewletî, pêkan e. Dê ew jî rastî pirsgirêkên lihevkirinên erêkirina navdewletî ‎were. Bi wê re jî dê pêdivî bi têkoşîna berdewam, binesaziya birêxistinkirina sivîl a ‎ne girêdayî tu ajandeyên derve hebe.‎

Lêkolîner û siyasetmedara sûrî Meys Kirêdî wiha bi dawî kir: "Tenê dikarin li ser ‎herêmên dagirkirî biaxivin, windabûna nasnameya welatparêziyê, zêdekirina ‎pirsgirêkên civakî bi sedema rewşa koçberî û xirabbûna jiyanê ye. Wê rewşê jî berovajî ‎û neyîniyên wê yên mezin ji aliyê civakî ve hene, bi taybet li ser jinan."‎

‎(fr)‎

ANHA