Mijarên rojnameyên erebî – 9 Hezîran

Rojnameyên erebî li ser rewşa aborî ya Sûriyê û xwepêşandanên li dijî rejîmê, her wiha aloziya Lîbyayê û êrişên li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 9 Hezîran
9 hezîran, 2020   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞERQ EL-EWSAT: NÎŞANÊN “RAPERÎNEKE BÊDENG” LI HERÊMÊN REJÎMÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat der barê mijarê de nivîsî: “Li herêmên di bin desthilata rejîma Sûriyê de, nîşanên “raperîneke bêdeng” xuya dikin, piştî ku bazirgan û xwediyên dikanan dikarên xwe girtin û kirîn û firotin rawestandin, ji ber daketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolarê Amarîkayê.

Li bajarê Swêdayê yê li başûrê Sûriyê ku piraniya şêniyên wê durzî ne, ev du roj e li dijî rejîmê xwepêşandan derdikevin. Çavkaniyan diyar kir ku xwepêşandêr li kolanên bajêr û meydana sereke geriyan, paşê çûne kolaneke navendî û meydana El-Mişneqe, doza hilweşîna rejîmê kir “ku berpirsyarê paşketina rewşa aborî ye”, her wiha sloganên bihêrs ên ku doza derketina Îran û Rûsyayê jî dikin, berz kirin. Dîsa banga “gel dixwaze rejîm hilweşe” bilind kirin û gotin “Sûriyê ya me ye, ne ya malbata Esed e”.

Piştî 9 salên şer û aloziyê li Sûriyê, qeyrana aborî giran bû, her wiha ji ber hilweşîna aboriya Lubnanê ev rewş hîna aloztir bû. Şandêrê Amerîkayê yê Sûriyê James Jeffrey got Rûsya û Îran êdî dê nekarin aboriya Sûriyê biparêzin, her wiha da zanîn ku kiryar û cezayên Amerîkayê hişt ku lîreya Sûriyê hilweşe.”

EL-EREB: NAMEYÊN MISIRÊ JI BO SÛRIYÊ; EM PALBEND IN KU LÎBYAYÊ AŞÎTÎ ÇÊBE Û JI ŞER RE JÎ AMADE NE

Der barê geşedanên li Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: “Piştî ku serokê Misirê Ebdilfetah El-Sîsî duh şemiyê însiyatîfa Qahîreyê ya ji bo çareseriya aloziya Lîbyayê ragihand, Misirê gelek hêz bi rê kirin sînorên di navbera Lîbya û Misirê de. Ev geşedan di nava xwe de nameyên Misirê ji bo Lîbyayê vedihewîne ku Tirkiyê ta niha der barê însiyatîfa Misirê de bê deng e. Naveroka nameyên Misirê jî ew e ku Misir bi qasî ku ji aştiyê re amade ye ew qasî ji bo vebijêrka şer jî amade ye, eger Tirkiye û hêzên îslamî li ser a xwe bimînin.

Çavkaniyeke siyasî ya Misirê got hebûna hêzên leşkerî li sînorê Lîbyayê rewşeke asayî ye, ji ber ku Misir her tim amade ye, her wiha ji ber geşedanên germ ên li ser axa Lîbyayê.

Çavkaniyan ji El-Ereb re diyar kir ku armanca birina hêzên leşkerî ew e ku sînorên dirêj bigirin û nehêlin endamên komên terorîst derbasî axa Misirê bibin.”

EL-BEYAN: MOŞEKEK LI NÊZÎ BALAFIRGEHA BEXDAYÊ KET

Rojnameyê nivîsî: “Artêşa Iraqê ragihand ku hin kesên çekdar ên nediyar şeva duşemê moşekek berdan û li derdora balafirgeha Bexdayê ket ku li wir leşkerên Iraqê û yên Amerîkayê hene, ev jî dibe êrişeke nû li dijî berjewendiyên Amerîkayê li vî welatî.

Ji Cotmeha sala 2019`an ta niha nêzî 30 êrişan li dijî heyînên leşkerî û dîplomatîk ên Amerîkayê pêk hatin, lê di mehên dawiyê de êrişên bi moşekan pir kêm bûne.

Ev êriş di demeke wiha de hat ku piştî sê rojên din dê hevdîtinên Amerîka –Iraqê bi rêya înternetê pêk bên.

Dê mijara hevkariya di navbera her du welatan de ji nû ve bêne sazkirin, bi taybet hevkariya leşkerî.

ANHA