‘Armanca tecrîdê têkbirina projeya neteweya demokratîk e’

Helbestvan û endamê Komxebata Heleb a Çandî Ridwan Agirî got: “Armanca girankirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan têkbirina netewa demokratîk û qirkirina gelê Kurd e.”

‘Armanca tecrîdê têkbirina projeya neteweya demokratîk e’
9 hezîran, 2020   05:33
HELEB-ARÊF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, didomîne.

‘RÊBER ABDULLAH OCALAN NÛNERÊ VÎNA GELÊ KURD DIKE’

Helbestvan Ridwan Agirî di destpêka axaftina xwe de got: “Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya gelê Kurd dike. Rêbertî nûnertiya dîroka gelê Kurdistanê û vîna gelê Kurd dike. Armanca komploya navdewletî ji dîlgirtina Rêbertî şikandina vîna gelê Kurd e. Tecrîda li ser Serok, tecîrda li ser gelê Kurd e. 40 milyon Kurd dibêjin Serok nûnerê me ye.”

Agirî projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye destnîşan kir û got: "Ev proje dabîna çareseriya dozên Rojhilata Navîn e. Dewleta Tirk bi rêya girankirina tecrîdê armanc dike ku projeya neteweya demokratîk têk bibe."

‘TU ÇARESERÎ LI ROJHILATA NAVÎN BÊ RÊBER OCALAN NE PÊKAN E’

Agirî di nav gotinên xwe de îşaretpê kir ku siyaseta dewleta Tirk li ser bingeha înkarkirin û qirkirina gelan ava bûye û got: "Ger Serok ji zindanê rizgar nebû, hem li hirdir hem jî li derveyî Tirkiyê çareserî çênabe. Heman demê de pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî çareser nabin.”

Agirî wiha domand: "Tirkiye bi pêşengiya AKP`ê bi fikir û siyaseta xwe ya ixwanî dixwaze Rojhilata Navîn dagir bike û dewleta Osmanî ji nû ve vejîne. Tirkiye hertim dibêje leşkerên Tirk li ku piyê xwe danîn wir axa Tirkiyê ye. Bi vê yekê armanc dike desthilatdariya xwe xurt bike û gelan qir bike. Ji ber ku dewleta Osmanî li ser kuştin, îşkencekirin, qirkirin û înkarkirina gelan û çandan ava bûbû."

Di dawiyê de helbestvan Ridwan Agirî got: "Felsefeya Rêber Abdullah Ocalan felsefeya biratiya gelan û jiyana hevbeş e. Em bang li civaka navdewletî dikin ku tecrîdê bidawî bikin."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/57ziik130zY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>