Li Qamişloyê êrişeke xwekujî- HATE NÛKIRIN

Li taxa Hilko ya bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişeke xwekujî pêk hat.

Li Qamişloyê êrişeke xwekujî- HATE NÛKIRIN
7 hezîran, 2020   12:48
QAMIŞLO

Kesek ku bombe li xwe pêçandibû, saet derdora 15:15‘an, xwe teqand.

Çavkaniyekî ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku kesê xwe teqandiye, temenê wî dora 20 saliyê bûye û bombe  li xwe pêçandibû.

Di encama teqînê de kesê xwekuj mir û wekî din zirar çênebûn.

Ji niştecihên taxa Hilko, Enter Ebû Zeyid diyar kir ku êrişkar xwe li nêzî avahiya ku lê dimîne teqand. Dema dengê teqînê dibihêze ji mal derdiekve.

Ebû Zeyid anî ziman ku tiştek bi kesî nehat.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/NIjC2c9eSW4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>