​​​​​​​Hêzên dagirker zeviyên çandiniyê yên Şehbayê dan ber agir

Dagirkeran agir berdan zeviyên çandiniyê yên gundê Herbel ê katona Şehbayê.

​​​​​​​Hêzên dagirker zeviyên çandiniyê yên Şehbayê dan ber agir
7 hezîran, 2020   13:02
ŞEHBA

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê ji bajaroka Mariyê ku baregehên xwe lê ava kirine, zeviyên çandiniyê yên gundê Herbel ê navçeya Ehrisê yê kantona Şehbayê dan ber agir.

Şewat hîna berdewam e.

ANHA