Li Cerablusê amadekariyên xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk

Çavkaniyan ji Cerablusê ya dagirkirî da zanîn ku amadekariyên lidarxistina xwepêşandanên li dijî tevlihevî û rewşa xirab a aborî li gel hebûna dewleta Tirk a dagirker, hene.

Li Cerablusê amadekariyên xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk
7 hezîran, 2020   12:28
KOBANÊ

Çavkaniyan diyar kir ku duh li bajarê Cerbalusê yê bakurê Sûriyê li dijî sûcên çeteyên girêdayî  dewleta Tirk a dagirker û buhabûna zêde telihevî çêbûn.

Çavkaniyên ku nexwest navê xwe eşkere bikin, diyar kir ku roja îna derbasbûyî li ser rêya di navbera gundên Cemal û Teştan ên Cerablusê de ji ber buhabûna nan ku her kîloyeke wê gihîşt 500 lîreyên Sûriyê, xwepêşandan hatin lidarxistin. Her wiha bangên ji bo lidarxistina xwepêşandanên li dijî alozî, tevliheviya ewlehiyê û rewşa aborî li herêmên dagirkirî hatin kirin.

Hefteyên derbasbûyî hêrsa gel bilind bûbû û li dijî îdareyên sivîl û serçeteyên komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk zêde bûn.  Ji ber dewleta Tirk sivîlan direvîne, di nav de zarok jî hene, her wiha cenazeyên sivîlan têne dîtin, ji wan cenazeyên jinên ji herêmên cuda hene, herî  dawî jî jineke 16 salî ku vê sibê li gundê Fêrziyê yê derdora bajarê Ezazê hate dîtin.

Ev xwepêşandan piştî xwepêşdanên li bajarê Girê Spî yê dagirkirî der barê bersivdana li ser sûcên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de, pêk hatin.

(eh)

ANHA