Li Siwêdayê xwepêşdanên li dijî hikumeta Sûriyê û hêzên Rûsya û Îranê

Bi sedan şêniyên bajarê Siwêdayê beşdarî xwepêşandanên li dijî tevliheviya rewşa aborî û jiyanî li tevahî Sûriyê bûn û daxwaza hilweşandina rejîma Sûriyê û derketina hêzên Rûsya û Îranê ji Sûriyê kir.

Li Siwêdayê xwepêşdanên li dijî hikumeta Sûriyê û hêzên Rûsya û Îranê
7 hezîran, 2020   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku xwepêşandan li bajarê Siwêdayê li dijî tevliheviya rewşa aborî û jiyanî ya li tevahî Sûriyê û buhabûna kel û pelên xwarinê yên bingehîn li dar ket.

Di xwepêşandanê de dirûşmên li dijî hikumeta Sûriyê û Beşar Esed mîna "Sûriye ya me ye û ne ya mala Esed e”, “Gel hilweşîna rejîmê dixwaze" hatin berzkirin, her wiha xwepêşandêran daxwaza derketina hêzên Îran û Rûsyayê ji Sûriyê kir.

Li gelek bajarên Sûriyê dikan hatin girtin, ew ji jî ber daketina nirxê lîreyê Sûriyê li hember dolar e. Dolarek bûye 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê.

Bi sedan xwepêşandêrên bajarê Tefîs ê parêzgeha Deraayê di xwepêşandanê de daxwaza rewşa başbûna debarê li herêmê û hilweşîna rejîmê kir.