Li dijî girtina parlamenterên Kurd xwepêşandan

Bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha girtina parlamenterên Kurd ên Bakurê Kurdistanê şêniyên Tirbespiyê û Dêrikê xwepêşandan li dar xistin.

Li dijî girtina parlamenterên Kurd xwepêşandan
Li dijî girtina parlamenterên Kurd xwepêşandan
Li dijî girtina parlamenterên Kurd xwepêşandan
Li dijî girtina parlamenterên Kurd xwepêşandan
Li dijî girtina parlamenterên Kurd xwepêşandan
Li dijî girtina parlamenterên Kurd xwepêşandan
Li dijî girtina parlamenterên Kurd xwepêşandan
Li dijî girtina parlamenterên Kurd xwepêşandan
7 hezîran, 2020   11:38
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî siyasetmedarên Kurd û girtina parlamenter Leyla Guven û Musa Farisogullari îro endamên Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê meşek li dar xist.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Abdullah Ocalan, parlamentera HDP`ê Leyla Guven, alên Kongreya Star, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, alên PYD`ê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê rakirin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4AlQH4RB9e4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Meşvanan sloganên "Na ji faşîstê Erdogan re","Bijî berxwedana rêber Apo û têkoşîna Leyla Guven","Bê serok jiyan nabe","Bijî biratiya gelan" û "Em hemû Leyla Guven in" berz kirin.

Meş li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê veguherî mîtîngê. Endama rêveberiya Kongreya Star a kantona Qamişloyê Munewer Xalid axivî û siyaseta AKP`ê ya çewisandina mafên Kurdên li Bakurê Kurdistanê û mafên siyasetmedaran şermezar kir û got: "Dewleta Tirk mafên siyasetmedaran diçewisîne û rê nade wan mafên xwe yên rewa bi kar bînin."

Munewer Xalid diyar kir ku siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tevî zextan karê xwe berdewam dikin û israra xizmetkirina gel û doza xwe dikin, mînaka vê yekê jî Leyla Guven e.

Munewer Xalid wiha li axaftina xwe zêde kir: "Madam jinên têkoşer û berxwedêr ên mîna Leyla Guven hene, dê dewleta Tirk qet nikaribe vîna gelê Kurd bişikîne û em ê heta serbestberdana Leyla Guven li ber xwe bidin."

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GzHniPoSjCg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Li ser banga Kongreya Star bi dehan endamên Kongreya Star û şêniyên bajarê Dêrikê li Qada Azadî kom bûn û sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Piştî rêzgirtinê, daxuyaniyek hat dayîn. Hevserokê Meclisa Dêrikê Dîlber Elî daxuyanî xwend. Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker domdar êrişî gelê Kurd, çiyayên Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Başûrê Kurdistanê dike.

Tevî ku rewabûna parlamenteran jî artêşa Tirk endamên parlamantoyê binçav kirin, ev jî îsbata tirsa dewleta Tirk ji berxwedana jinan têkoşer e, nexasim parlamenter Leyla Guven.

Em  soza berdewamkirina têkoşîna li dijî sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû parçeyên Kurdistanê, nexasim ên li dijî jinan didin."

(eh)

ANHA