Kongreya Star: Girtina Leyla Guven hedefgirtina têkoşîna jinên Kurd e

Endamên Kongreya Star destnîşan kir ku girtina parlamenter Leyla Guven ji aliyê rejîma Tirkiyê ve hedefgirtina têkoşîna jinên Kurd e.

Kongreya Star: Girtina Leyla Guven hedefgirtina têkoşîna jinên Kurd e
7 hezîran, 2020   12:07
HESEKÊ

Endamên Kongreya Star a navçeya Dirbesiyê girtina parlamenter Leyla Guven şermezar kir. Endama rêveber a Kongreya Star Xunav Elî wiha got: "Em ji bîr nakin ku Leyla Guven ji bo rêber Abdullah Ocalan kete greva birçîbûnê û dewleta Tirk bi rêya girtina wê jinan hedef digire."

Xunav Elî bang li hemû jinên têkoşer kir ku ta azadkirin Leyla Guven, Mûsa Farisogullari û rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

Endama Kongreya Star Rojîn Mustefa jî got Leyla Guven berxwedêr û têkoşera azadkirina rêber Ocalan ji destê dewleta Tirkiyê ye û hedefa dewleta Tirk a sereke, şikandina vîna jinan e. Rojîn Mustefa da zanîn ku dê çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan, Leyla Guven, Mûsa Farisogullari û hemû siyasetmedaran dê li dar bixin. 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5kGofUDn5Fg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>