Li Sûriyê kesek din bi Koronayê ket

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê ragihand ku kesek din bi Koronavîrusê ket. Li gorî wezaretê heta niha li Sûriyê 123 kes bi Koronayê ketine.

Li Sûriyê kesek din bi Koronayê ket
1 hezîran, 2020   13:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Sûriyê diyar kir ku ew kes li parêzgeha Siwêdayê bi şewba Koronavîrusê (Covid-19) ketiye, niha di karantînayê de ye.

Duh jî wezaretê ragihandibû kesek 74 salî ku ji derve vedigeriya welat û nexweşiya kulbûna kezebê pê re hebû ji ber Koronayê mir.

Li gorî daneyên wezaretê heta niha 123 kes bi Koroaneyê ketine û 5 mirine.