Ji ber pirsgirêka di deraseyê de şewat derket

Li gundê Xirnataya Mezin yê başûrê navçeya Til Hemîsê ji ber pirsgirêkeke di deraseyê de agir bi zeviyê genim ket.

Ji ber pirsgirêka di deraseyê de şewat derket
1 hezîran, 2020   13:31
QAMIŞLO

Şêniyên gundê Xirnataya Mezin an ku gundê Selmasayê bi sarîcên avê şewata ku zeviyê çandiniyê yê ayidê Xesan El-Nadûs de derketî de vemirandin.

Şêniyan diyar kir ku di kablên deraseyê de kontak derke, ji ber çirûska kontakê hektarek zeviyên genim şewitî.

Li bajarokê Ukazê yê girêdayê navçeyê jî agir bi zeviyên genim ket. Tîmên aagirkujiyê û komîteyên rewşên awarte şewat vemirandin, beriya ku berfireh bibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LagTuolPWa0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>