Rûspiyên eşîrên Efrînê: Divê kesên revandî serbest werin berdan

Rûspiyên eşîrên herêma Efrînê bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku jinên girtî serbest berdin.

Rûspiyên eşîrên Efrînê: Divê kesên revandî serbest werin berdan
1 hezîran, 2020   13:12
ŞEHBA

Rûspiyên eşîrên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê sûcên li kantona Efrînê yên li dijî jinan şermezar kirin.

Rûspî li pêşiya navenda Koalîsyona Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê ya navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û daxuyanî xwendin. Mîad Reslan daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Du sal di ser dagirkirina artêşa Tirk û çeteyên wê ji kantona Efrînê re derbas bû, dagirkeriyê bajarê aştiyê kiriye navenda çeteyên ji hemû cîhanê, rojane li dijî şêniyên Efrînê û xwezayê wê bin pê kirin, qetilkirin, revandin, şewitandina daran, talankirin û wêrankirinê pêk tîne, bi guhartina demografiya herêmê re dixweze li herêmê siyaseta tekrîtbûnê bide meşandin, her wiha şûnwaran didizin.

Lewma em binpêkirinên li dijî bajarê Efrînê û hemû herêmên dewleta Tirk dagir kirine şermezar dikin, li gel vê yekê bang li deste, rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafnas û olî dikin ku destwerdanê bikin û girtiyên di girtîgehên komên çeteyan de serbest berdin, Tirkiyê, hêzên terorîst û komên çeteyan ji Efrînê û hem herêmên dagirkirî derxînin, şêniyan vegerînin malên wan, her wiha divê civaka navneteweyî komîteyeke lêpirsînê çêke û hesabên binpêkirinan ji dewleta Tirkiyê bixwaze, ji ber ew berpirsa van hêzên hovane ye.Berxwedana Efrînê heta serkeftinê berdewam e, şehîd namirin, şîfaa lezgîn ji birîndaran re û serbestberdana girtiyan, di dawiyê de na ji dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên hovane re."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A7MGO_VpP9A" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>