Dêrikiyan sersaxî ji malbata şehîd Nalîn Mûsa re xwest

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê sersaxî ji malbata şehîd Nalîn Msa re xwest. Şehîd Nalîn Mûsa dema li Şedadê bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd bûbû.

Dêrikiyan sersaxî ji malbata şehîd Nalîn Mûsa re xwest
Dêrikiyan sersaxî ji malbata şehîd Nalîn Mûsa re xwest
Dêrikiyan sersaxî ji malbata şehîd Nalîn Mûsa re xwest
1 hezîran, 2020   11:11
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, navçeyên Girkê Legê û Çilaxa berê xwe da navçeya Çilaxa û sersaxî ji malbata şervana YPJ`ê Nalîn Mûsa (Çekjîn Can Qamişlo) re xwest. Şehîd Nalîn Mûsa dema li Şedadê bi erka xwe ya leşkerî radibû, şehîd ketibû.

Di merasîmê de fermandara YPJ`ê Hawar Dêrik axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da. Hawar Dêrik di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku xaka Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya şehîdan hatiye rizgarkirin, bi armanca parastina azadî û rûmeta gelên herêmê tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê koşiyan.

Paşê hevserokê Melisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û banga yekitiyê kir. Hesen Ubêd wiha got: "Şehîdên me bi armanca nifşên pêşerojê azad û birûmet bijîn, canê xwe feda kir, lewma yên ku em gihandine vê îradeya azad, şehîd bi xwe ne."

Li aliyekî din bi navê Kongreya Star û meclisa bajarokê Abîra gelek axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbata şehîd Nalîn Mûsa re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(eh)

ANHA