Li Erebistana Siûdî 2 firokeyên Hûsiyan hatin xistin

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî 2 firokeyên bêpîlot ku Hûsiyan ber bi bajarê Xemîs Mişêt ve şandibûn, xistin xwarê.

Li Erebistana Siûdî 2 firokeyên Hûsiyan hatin xistin
1 hezîran, 2020   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê hêzên Koalîsyona Erebî Tirkî El-Malîkî daxuyand ku hêzên wan 2 firokeyên bêpîlot ku Hûsiyan ber bi taxên sivîlan yên li bajarê Xemîs Mişêt ve şandibûn, xistin xwarê.

Di heman demê de El-Malikî diyar kir ku di 27’ê Nîsanê de hêzên wan firokeyên bêpîlot  ku Hûsiyan ber bi bajarê Necranê  ve şandibûn, rûxandibûn.