Komîteya Aboriyê ya Reqayê dest bi wergirtina genim kir

Komîteya Aboriyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi wergirtina genim kir. Wergirtina genim li gorî buhayê ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye, pêk tê.

Komîteya Aboriyê ya Reqayê dest bi wergirtina genim kir
Komîteya Aboriyê ya Reqayê dest bi wergirtina genim kir
Komîteya Aboriyê ya Reqayê dest bi wergirtina genim kir
31 gulan, 2020   12:42
REQA

Piştî çinîna genim, Komîteya Aboriyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê deriyên embaran li pêşiya cotkaran vekirin, her wiha navenda Bedir heta niha nêzî 200 ton genim wergirtiye.

Li Reqayê navendên embarên wergirtina genim û ceh wiha hatine diyarkirin; Bedir, Selhebiyê, Kebeş Xerbî, Şinîne, Kalita, Rafiqa.

Dema ku genim dikeve navendan, ji aliyê pisporan ve tê kontrolkirin ku pileya başbûna wê tê diyarkirin û li gorî wê jî buha tê diyarkirin. Pisporê embarên Bedir Husên Xilêfan têkildarî mijarê got: "Em nimûneyan bi rêya alavên taybet hildidin û her nimûneyekê dixin tûrekî biçûk, pîvan û cureya genim ku ter an hişk e dinivîsin da ku buhayê wê diyar bikin."

Hê jî li gundewarên Reqayê çinîna genimê bejî didome û ji ber ku piraniyan rûberên çandî avî ne, dê heta hefteyeke din bidome.