Hiqûqnasên ji Efrînê bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir

Hiqûqnasên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê revandina jinan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, her wiha bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên têne kirin, şermezar kirin.

Hiqûqnasên ji Efrînê bêdengiya civaka navneteweyî şermezar kir
31 gulan, 2020   13:01
ŞEHBA

Bi dehan hiqûqnasên herêma Efrînê li pêşiya Meclisa Dada Civakî ya kantona Şehbayê kom bûn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Meclisa Dada Divakî Evîn Hac Hemo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê û fesîleyên wê kiryarên xwe yên hovane li dijî gelê Rojava didomînin, di serî de jî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî. Li beramberî vê jî civaka navneteweyî bê deng e. Ew jî bûye şirîkeke din ê van sûcan û kiryaran.

Bûyerên ku di demên dawîn de ji aliyê hindek komên çete yên El-Hemzat, Ehrar El-Şam û Ceyş El-Îslam ve hatin kirin, beşek ji gelek sûcên veşartî ye ku li dijî jinên Efrînê bi taybet ên hatine revandin, derxist holê. Sûcan li dijî wan pêk tînin bi tawana ku têkiliyên wan bi Rêveberiya Xweser re hene.

Em wek hiqûqnasên Efrînê piştrast dikin ku tişta ku mirov matmayî dihêle ku bangên bi dehan rêxistinên mafnas û sivîl, her wiha çavdêriyên çapemeniyê û mirovî ji zêdetirî 2 salan ve di hundir û derveyî Efrînê û Ewropayê de gihaşt aliyên navneteweyî û pêwendîndar lê tu helwest diyar nekirin û tu komîte ji bo lêpirsîneke navneteweyî neşand."

Xwendina daxuyaniyê bi dirûşmên banga azadiya jinên revandî bi dawî bû.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/4eelNweUMhg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>