Gelê Babê ji ber bilindbûna buhayan derketin xwepêşandanê

Şêniyên herêma Babê ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ji ber bilindbûna buhayên nan û madeyên din ên xwarinê xwepêşandanek li dar xist.

Gelê Babê ji ber bilindbûna buhayan derketin xwepêşandanê
31 gulan, 2020   12:24
ŞEHBA

Çavkaniyên ji herêma Babê ragihand ku şêniyên bajarê Babê yê dagirkirî ji ber bilindbûna buhayên nan û madeyên din ên xwarinê xwepêşandanek pêk anî.

Li herêma Babê rebteya nan bi 350 lîreyên Sûriyê tê firotin, ev yek bû sedema bertekan û gel xwest buhayê nan dakeve.

Her wiha li Babê bermîlê avê bi 500 lîreyên Sûriyê tê firotin.

Çavkaniyan piştrast kir ku bêkarî li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de belav e û her malbatek rojane 3 hezar û 500 lîreyan xerc dike.

Hêjayî gotinê ye ku li herêmê xwepêşandanên ku daxwaza derketina çeteyên artêşa Tirk ji herêmê dikin, rû didin. Ev rewş piştî zêdebûna binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê û tunebûna ewlehiyê pêk hat.

(cx)