420 donim ceh û genim Til Berakê şewitî

Agir bi zadê herêma Til Berak ket û di encamê de 420 donim ceh û genim şewitî. Tîmên agirkujiyê yên navçeyên Til Berak û Til Hemîsê pêşî li gurbûna şewatê girt û vemirand.

420 donim ceh û genim Til Berakê şewitî
29 gulan, 2020   13:03
QAMIŞLO

Îro agir bi zadên gundên Etşanê û Xazokê ket, tîmên agirkujiyê destwerdan kir û şewat kontrol kir.

Rûbera erdê şewitiye derdora 220 donim e; li erdê Hisên Rifaî 50 donim genim şewitî, li erdê bejî 30 donim genim û zadê Emaş Elend 70 donim genim e, Elî Xelîf 20 donim genim û 50 donimê ku berî niha hatibû çinîn, şewitîn.

Li gundê Etşanê 50 donim ceh û 150 donim genim ên şêniyên bi navên Hemîd Xidir Ebid û Salih Xidir Ebd şewitîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê şewitandina zad de dest bi lêpirsînê kiriye û hîn jî sedema şewatê ne diyar e.

(eh)

ANHA