Ciwanên PYD`ê ji bo alîkariya malbatên hewcedar dest bi çinîna kemûnê kir

Bi sedan endamên sazî, meclis û nûnerên Rêveberiya Xweser û ciwanên PYD’ê li Qamişloyê ji bo alîkariya malbatên feqîr kemûn çinî.

Ciwanên PYD`ê ji bo alîkariya malbatên hewcedar dest bi çinîna kemûnê kir
Ciwanên PYD`ê ji bo alîkariya malbatên hewcedar dest bi çinîna kemûnê kir
Ciwanên PYD`ê ji bo alîkariya malbatên hewcedar dest bi çinîna kemûnê kir
Ciwanên PYD`ê ji bo alîkariya malbatên hewcedar dest bi çinîna kemûnê kir
Ciwanên PYD`ê ji bo alîkariya malbatên hewcedar dest bi çinîna kemûnê kir
Ciwanên PYD`ê ji bo alîkariya malbatên hewcedar dest bi çinîna kemûnê kir
Ciwanên PYD`ê ji bo alîkariya malbatên hewcedar dest bi çinîna kemûnê kir
29 gulan, 2020   12:51
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Xebat azadî ye" îro ji saetên sibehê ve bi sedan endamên meclis, komîn, sazî û nûnerên Rêveberiya Xweser a kantona Qamişloyê berê xwe da çinîna berhema kemûnê ya li gundê Navkirê yê li rojavayê bajêr. Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî dest bi însiyatîfê kir û 200 donim kemûn çinî.

Armanca sereke ji vê hemleyê alîkariya malbatên feqîr û vegerandina çanda çandiniyê ya salan e ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê tê naskirin.

Bi sedan şêniyên kantona Qamişloyê yên Kurd, Ereb û Suryan tev li hemleya çinînê bûn.

Beşdaran diyar kir ku di salên berê de çanda alîkariyê di paletiyê de nemabû û bi armanca vegera vê çandê wan bi xebateke hevpar kemûnê çinî, ev jî dibe destkeftiyekî şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina di navbera gelan de xurttir dike.

Tê payîn ku hemleyeke wiha li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê bike.

(eh)   

ANHA